Sibat 05, 2019 20:58 Asia/Tehran
  • Iraq û Herêma Kurdistanê li ser Kerkûk û navçeyên kêşeliser li hev kirin

Wezareta Berevanî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê, li ser pêkanîna 5 komîteyan bo gotûbêjkirina dosyeya ewlekariyê ya navçeyên kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê li hev kirin.

Li gorî rapora Rûdawê, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê, Cebar Yawer, ragihand ku duh roja Dûşemê şandeke Wezareta Pêşmerge bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re civiya û bi wan re di derbarê hemahengiya li navçeyên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de gotûbêj kir.

Cebar Yawer got, “ji bilî pêkanîna komîteyeke bilind a hevbeş a hemahengiyê di navbera herdu aliyan de, niha 5 komîteyên navçeyî jî di navbera Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê de têne sazkirin”.

Yawer diyar kir ku “ew komîteyên navçeyî li Diyale, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr û rojava û rojhilatê Mûsilê têne avakirin”.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir, biryar hatiye dan ku di hefteya bê de, komîteyên navçeyî dest bi civînên xwe bikin û biryarê li ser pêşeroja rewşa ewlehiyê ya navçeyên li derveyî Herêma Kurdistanê bidin.

Civîna navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevanî ya Iraqê piştî wê yekê tê, ku piştî bûyerên 16`ê Cotmeha 2017`an, rewşa Kerkûkê û navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hêj nehatiye asayîkirin.