Hevdîtina balyozê Îranê li Bexdayê bi rêberê partiya nifşa nû
Balyozê Îranê li Bexdayê, li bara rewşa aborî ya navçê bi rêberê partiya nifşa nû re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, kanala televîzyonî ya NRT`yê li nûçeyekê ragihand ku Şasuwar Ebdulwahid rêberê partiya opozosyon a nifşa nû li Herêma Kurdistanê li sefereke bo bajarê Bexdayê bi Îrec Mesicdî balyozê Îranê li Iarqê gotûbêj kiriye. Li gor vê nûçê, peywedniyên navbera Îran û Herêma Kurstanê ji mijarên sereke yên vê hevdîtinê hatiye zanîn û her du alî ser pêwîstiya berfirehkirina peywedniyên aborî yên dualî û alîkariya bo aşitî û baştirbûna rewşa aboriya navçê sekinîne.
Ebdulwahid her wiha hevdîtinek bi Can Vîlêks balyozê Brîtanyayê li Bexdayê re li bara giringiya reformên aborî-siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê cih anî.