Çile 22, 2019 18:10 Asia/Tehran
  • Li bûceya 2019`an a Iraqê bi qasî 68 mîlyar dînar ji bo Hêzên Pêşmerge hate terxankirin

Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniya Meclisa Iraqê, ragihand ku bi dengê endamên vê komîsyonê û rayedarên payebilind ên leşkerî yên iraqî, li bûceya 2019`an a Iraqê bi qasî 68 mîlyar dînarî ji bo Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê hatiye terxankirin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Radyo Newayê, Nasir Herkî, ragihand ku Komîsyona Ewlehî û Berevaniya Meclisa Iraqê, civînek ligel rayedarên payebilind ên leşkerî yên Iraqê li ser hilkolandina parûpişka Hêzên Pêşmerge ji bûceya giştî ya sala 2019`an li dar xistiye.

Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniya Meclisa Iraqê, herwiha got: "Li vê civînê piştî hilkolandin û gotûbêjên curbicur, bi dengê hemî beşdarên li civînê, biryar hate dayîn ku ji bûceya berevaniyê ya welatê Iraqê, 68 mîlyar dînar ji bo Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê were terxankirin".

Wî destnîşan kir: "Ev biryara bi berçavgirtina rol û girîngiya hêzên Pêşmerge li sekinîna li hember DAIŞ`ê û dabînkirina ewlehiya welatê Iraqê û azadkirina Mûsilê û navçeyên din ên ji bin lepên DAIŞ`ê hatiye dayîn".

Wî herwiha got: "Li vê civînê pêgîrî hatiye kirin ku DAIŞ li Iraqê bi dawî nehatiye û gelek navçeyên Iraqê li ber gef û xetera DAIŞ`ê ne û divê hevkarî û hevdengiyeka zêdetir di navbera hêzên iraqî û Pêşmerge de li van navçeyan ji bo sekinîna li hember DAIŞ`ê pêk werin".

Nasir Herkî destnîşan kir ku Iraq gihîştiye qonaxekê ku hêzên Pêşmerge pişkeka girîng a sîstima berevaniya welêt têne hesêb û bêyî hevkariya hêzên Pêşmerge, kokbirkirina DAIŞ`ê li gelek navçeyan nepêkan e.

Eva li halekî ye ku berî niha parlimanterên Kurd ên endamê Komîsyona Aborî ya Meclisa Iraqê, li daxuyaniyekê ragihandin ku piştî şopandinên pêwîst karîne li pêşniyarqanûna bûceya 2019`an a Iraqê, 6 mîlyar dînar wekî bûceya taybet a ji bo avedanî û jinûveavakirina 4 navçeyên Helebçe, Qeladizê, Soran û Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê, terxan bikin.

Herwiha parlementera Iraqê li ser Fraksiyona Islahê, Huda Secad aşkere kir ku pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdçeya Iraqê de bûye ji sedî 20.

 Parlementer Huda Secad aşkere kir ku 100 tirilyon dînar bûdçeya Herêma Kurdistanê hatiye zêdekirin û bo projeyan jî 33 tirilyon  hatiye terxankirin.

Huda Secad da zanîn ku ligel zêdebûna bûdçeya Herêma Kurdistanê wê bo projeyan jî pare ji Herêma Kurdistanê ra bê terxankirin û bûdçeya Herêma Kurdistanê digihêje sedî 20î.