Piraniya derhatên niftî yên Herêma Kurdistanê dighêje şîrketên niftê
Rêxistina çavdêriya ser xebatên niftî yên Herêma Kurdistana Iraqê( Dûr) raghand ku zêde ji nîva derhatên niftê yên Herêmê dighêje şîrketên niftê yên çalak li warê niftê li Herêma Kurdistanê û divê hikûmeta Herêmê bi zûtirkê siyasetên xwe yên li warê niftê biguhere.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Rêxistina Nedewletî ya Dûrê ku li bara xebatên niftî yên Herêma Kurdistanê û derhatên wê lêkolînê dike û her salê hin raporan li vê barê diweşîne, li dawîn rapora xwe raghand ku zêde ji nîva derhatên niftê yên Herêmê dighêje şîrketên niftê yên çalak li warê derxistin, berhemanîn û derfirotina niftê yên Herêma Kurdistanê çalak in.
Rêxistina Dûrê li vê raporê teqez kiriye ku pêwîst e bi zûtirkê dewleta herêmê siyasetên xwe yên niftê venihêre û rêçareyên baş û pêkan bona guhertina rewşê berçav bigre.
Li vê barê Şêrko Cewdet serokê fraksiyona Yekgirtûya Islamî li parlemana Herêma Kurdistanê ji malpera nûçan a SNN`ê re got ku hemî xercên derxistin, berhemanîn û derfirotina herêmê ser milê şîrketên niftê ye û loma jî zêde ji nîva derhatên niftê jî dighêje van şîrketana.
Wî her wiha got ku şêwaza xebat û derhatên van şîrketana li gor peymanên 25 salî ne ku navbera van şîrketana û dewleta Herêmê hatine girêdanê.
Her wiha got ku li dewra berê ya parlemana Herêma Kurdistanê, qanûna pêkanîna sindûqa derhatên niftê yên Herêma Kurdistanê bo organîzekirina û çavdêriya ser xebatên niftî yên Herêmê û derhtên wê hat pejirandin lê pêkanîna sindûqê negihêşt qonaxa cihanînê.
Şêrko Cewdet destnîşan kir ku li dewra niha ya parlemana Herêma Kurdistanê,parlemanter dê hemî hewldana xwe bona avakirina vê sinûqê ku erka wê ya sereke çavdêriya deqîq, zelalkirin û kontrolkirina derhatên niftê yên Herêma Kurdistanê be, bi kar tînin û ji riya van hûrgiliyan asta derhatên niftî yên herêmê û deynên dewletê li vê barê kivş dibin.