Çile 12, 2019 20:32 Asia/Tehran
  • Sekreterê Kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê:

Sekreterê Kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku bûceya ku Bexda wê di sala 2019`an de bide Herêmê li pêşniyarqanûna bûcê de wê zêde bibe û Dayîna para Herêmê ji bûceya 2019`an a Iraqê nemaye ser hevhatinên niftî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Sekreterê Kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê, Dr. Amanc Rehîm, dibêje gorankeriyên erênî di bûdçeya sala 2019`an a Iraqê de tên kirin.

Jiser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya facebookê Dr. Amanc Rehîm derbarê bûdçeya sala 2019an a Iraqê de nivîsek belav kir.

Rehîm ew guherîn weke 4 xalan destnîşan kir. Rehîm wiha nivîsîye:

Yekem: Qerebûya pereyê fermanberên Herêma Kurdistanê ji 3 tirlyon û 828 milyar dînarî, 5 tirlyon û 448 milyar dînar. Mehane 317 milyar dînar bûye  454 milyar dînar.

Duyem: Mûçeya Pêşmerge bi taybet tê terxankirin ne li ser mûçeya Artêşa Iraqê

Sêyem: Xerciya mûçexuran li gor rêkeftina herdu aliyan bê terxankirin.

Çarem: Jinavbirina wê qanûnê ku navê Herêma Kurdistanê di wan de weke navê parêzgehên bakurî Iraqê hatibû amadekirin.

Herwiha Amac Rehîm amaje bi wê yekê kir ku ew guherîn ji aliyê kabîneya hikûmeta Iraqê ve hatine kirin û wê parlementoya Iraqê deng li ser bide.