Çile 12, 2019 20:12 Asia/Tehran
  • Tivdîrên hêzên Pêşmerge ji bo sekinîna li hember DAIŞ`ê li Xaniqînê

Fermandê Tîpa 3`an a hêzên Pêşmerge ragihand ku ev hêzane li navçeya Xaneqînê ser bi Diyalî ya Iraqê, bargehên xwe yên ji bo sekinîna li hember DAIŞ`ê û girtina pêşiya ketina DAIŞ`ê nav navçeyên li bin kontrola xwe, xurt dike.

Di van mehên dawiyê de livûtecvgerên terorîstî yên DAIŞ`ê li navçeya Xaneqînê ser bi parêzgeha Diyaleya Iraqê zêde bûne û ev koma çend êrişan dijî hêzên leşkerî û ewehiyê yên Iraqê cih anîne û hêzên Pêşmerge jî li vê navçeyê li halê amadekirina xwe ji bo sekinîna li hember DAIŞ`ê ne.

Her di vî warî de Serheng Dilêr Şekûr, fermandê Tîpa 3`an a Hêzên Pêşmerge malpera nûçeyan a Roj News`ê re got ku Hêzên Pêşmerge piştî bûyerên 16`ê Cotmehê û derketina ji navçeyên kêşeliser , navçeyên li bin kontrola xwe li ser hêlên peywendiya bi hêzên iraqî re parastine.

Wî herwiha got ku Hêzên Pêşmerge niha û bi zêdebûna livûtevgerên DAIŞ`ê bargehên xwe yên li Xaneqînê qahêm û xurt kirine û tivdîrên pêwîst ji bo girtina pêşiya ketina DAIŞ`ê nav navçeyên li bin kontrola xwe, girtine ber xwe.

Wî herwiha destnîşan kir ku heya niha endamên DAIŞ`ê nekarîne ku bikevin nav navçeyên li bin kontrola hêzên Pêşmerge lê zêdebûna berbiçav a livûtevgerên DAIŞ`ê bûne sedema gefa dijî hemî navçê ji ber ku ev navçeyana rastî valatî û nebûna ewlehiyê ve hatine û hêzên ewlehiyê jî nikarin ku vê valatiya ji hêla ewlehiyê ve ji nav bibin û endamên DAIŞ`ê xwe li nav giyayên navçê veşartine.

Berpirsekî PDKê, Şêx Ceifer Mistefa da zanîn, aramî li Xaneqînê nemaye. Şeva borî 2 xortên kurd rastî êrişa çekdarî hatin û her du jî birîndar bûn. Yek ji wan li ber mirinê ye.

Vî berpirsê PDKê ragihand, ev demek e çend komên çekdar li her du aliyên çemê Sîrwan bicîh bûne û êrişî gundan dikin û gundiyan tehdîd dikin, bacê ji wan distînin. Şeva borî êrişî gundê Şêrewen kiribûn lê gundiyan bersiva wan dabûn. Lê dîsa jî kargeheke çêkirina bilokan şewitandibûn û reviyabûn.