Çile 08, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê ji ber bordûmana Tirkiyê 12 gund vala bûne

Rêveberê nahiya Dînartê ya ser bi Akirê ve Şeban Xelîl ragehand ku li parêzgeha Duhokê heta niha ji ber bordûmana balafirên Tirkiyê 12 gund vala bûne.

Rêveberê nahiya Dînartê ya ser bi Akirê ve Şeban Xelîl ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber bordûmana balafirên Tirkiyê li ser gundên devera Zêbarî ya ser bi nahiiya Dînartê ve heta niha 12 gund vala bûne, piraniya wan xwedî zevî û ajel bûn.

Rêveberê nahiya Dînartê da zanîn ku artêşa Tirkiyê bi hiceta hebûna baregehên PKK berdewam sînorê wan gundan bombebaran dike, ev yeka jî xelkê navçê neçar dike ku ji ber tirsê, gundên xwe vala bikin.

Herwiha wî berpirsî aşkere kir ku di vê zivistanê de xelkê wan 12 gundan neçarbûne li gundê Girbîş û Bamişmiş û hin deverên din niştecî bibin, vê rewşê jî xelkê wê deverê dilgran kirine.

Hikûmeta Tirkiyê bi heceta şerê li dij PKK bi caran gundên kurdên bakura Iraqê bordûman kirine û gelek kesên sivîl kuştina û birîndar kirine û herwiha gelek ji ajal û heywanên wan û zeviyên wan jî ji nav birin. Li hemberî van êrişan hikûmeta xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê bertekeke cidî nîşan nedaye.