Çile 07, 2019 10:24 Asia/Tehran
  • Li Xakurkê şerekî giran di navbera Artêşa Tirkîyê û PKK`ê da derket

Televîzyoneke Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku şeva bhurî şerekî giran di navbera leşkerên Tirkîyê û hêzên PKK`ê li Herêma Kurdistana Iraqê da derket.

Li gorî rapora Televîzyona NRT`yê, ew şera li Çîyadîl û Xakurkê ser bi devera Biradostê derketîye û zêde ji 2 sietan jî berdewam bûye.

Artêşa Tirkîyê di vî şerî da helekoptêrên cengê bi kar anîne.

Malpera Xendanê jî ragihand ku di encama vî şerî da, xisarên giran li gundên deverê ketine û niştecihên wan gundan neçar mane terka malên xwe bidin.

Artêşa Tirkîyê li bilindahîyên Çîyadîl û Xakurkê dest bi damezirandina baregehên leşkerî û istixbaratî kirîye û her roj di navbera leşkerên Tirkîyê û hêzên pKK`ê da pevçûn derdikeve.