Çile 05, 2019 18:44 Asia/Tehran
  • YNK: Serdestîxweziya li Herêma Kurdistana Iraqê wê dubare nebe

Endamekî nivîsgeha siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), destnîşan kir ku ji niha pêve wê tu partiyekê re îzn neyê dayîn ku bi tamî li Herêma Kurdistanê hêzê bigire destê xwe.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Rizgar Elî, endamê nivîsgeha siyasî ya YNK`ê (Yêketî) li hevpeyvîna bi pişka kurdî ya Ajansa nûçeyan a Anatoliyê re, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê bêserûber da zanîn û pêgîrî kir ku di navbera partiyên siyasî de li ser mijara pêkanîna dewleta nû tu hevdengî û hevgirtîbûnek tuneye.

Ewî serêxwegirtina hevhatinê di navbera partiyên Herêma Kurdistana Iraqê bona pêkhatina dewleta nû, pirr lawaz wesif kir.

Endamê nivîsgeha siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), destnîşan kir: Ji bo YNK`ê pirr dijwar e ku ji niha û pê ve tu partiyekî re îzn bide ku bi tamî li Herêma Kurdistanê hêzê bigire destê xwe û hemî desthilat di kontrola partiyekê be.

Rizgar Elî li ser dewra nû ya gotûbêjên di navbera Yekîtiya Niştîmanî û Partya Demokratê de pêwîst zanî ku bêje her du aliyan li van gotûbêjan di çarçoveya çareserkirina pirsgirêk û meselên heyî de bi awayekî zelal gotûbêj bikin.

Wî li bara gotûbêjên di navbera YNK û Partiyê li bara Kerkûkê de got: Berî niha komîteyeka hevpar di navbera du partiyan de têkildarî vê mijarê pêk hatiye lê Partî piştî çar mehan û li darxistina tenê civînekê, gotûbêj qut kirine.

Wî vegeryana muhtemel a doktor Necmedîn Kerîm, parêzgarê berê yê Kerkûkê ser vî postî kiryareka neqanûnî û berovajî hikmê dadgeha Iraqê da zanîn.