Çile 05, 2019 18:31 Asia/Tehran
  • Amerîka pêgehên nû yên leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê pêk tîne

Berpirsê Teşkîlata Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Mexmûrê, ragihand ku Amerîka bona bicihkirina leşkerên xwe piştî derketina ji Sûriyê, li halê pêkanîna pêgehên nû ji bo wan li Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Reşad Gulalî, li hevpeyvîna bi Malpera Nûçeyan a SNN`ê re ragihand ku anegorî agahiyên herî dawîn ku ketine destê rayedarên Herêma Kurdistanê, dewleta Amerîkayê dil heye leşkerên xwe piştî derxistina ji Sûriyê, li Herêma Kurdistana Iraqê bicih bike.

Berpirsê Teşkîlata Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Mexmûrê, herwiha got ku Amerîka ji bo vî karî û ji bo bicihkirina hezar û 400 hêzên xwe li Herêma Kurdistanê, li halê pêkanîna pêgehên nû li Herêmê û berfireh û pergalkirina bargeha leşkerî ya Herîrê li nêzîkî bajarê Hewlêrê ye.

Herwiha got ku leşkerên amerîkî ji bo cihanîna bernameyên tê yên dewleta Amerîkayê wê li bargehekî li Çiyayê Şingalê jî bicih bibin.

Berî niha jî karzanekî iraqî ragihand ku Amerîka bi giştî 14 bargehên xwe yên leşkerî li navçeyên curbicur ên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî hene.