Çile 02, 2019 07:45 Asia/Tehran
  • Berpirsê Rêxistinê yê YNKê li Mexmûrê: Veguhestina hêzên amerîkî ji Sûriyê bo baregeha leşkerî ya Mexmûrê  nerast e.

Berpirsê Rêxistinê yê YNKê li Mexmûrê raporên derbarê veguhestina hêzên amerîkî ji Sûriyê bo baregeheka leşkerî li vê şaristanê nerast da zanîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Reşad Gelalî, Berpirsê Rêxistinê yê YNKê li Mexmûrê roja Sêşemiyê li hevpeyivîna bi Beghdad Al Yawmê got: Nûçeya hatina hejmareka çekdarên amerîkî bo baregeha leşkerî ya heyî li Mexmûrê ne rast e; Li vê baregehê hêzên leşkera sêyem a Federal û gordaneka topxaneya amerîkî hene ku hejmara endmên wê ji 200 kesî zêdetir nîne.

Gelalî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku tu cûre rawêjkar û hêzên amerîkî ji Sûriyî nehatine Mexmûrê, lin vî warî da got: Agahiyên wergirtî ji navçeyên Rojhilata Firatê nîşan dide ku amerîkiyan pêvajoya hebûna xwe ji bo çar mehan dirêj kirine û lihevkirinek ji bo paşvenekişiayana wan heye.

Ev di rewşekê da ye ku pêştir Kanala El Meyadînê ji zarê hin çavkaniyên nûçeyan ragihandibû ku yekem koma çekdarên amerîkî pêkhatî ji karwaneka ji 120 erebeyan j Sûriyê derketiye û gihîştiye baregeheka leşkerî li nêzikî Herêma Kurdistana Iraqê; Cihê ku biryar e wek baregeha xwe ya demkî bi kar bînin.