Çile 01, 2019 20:20 Asia/Tehran
  • DAIŞ`ê êrişî Hewîcê kir; kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû

Di encama êrîşekê de li nêzîkî bajarokê Hewîcê yê li başûrê Kerkûkê kesekî jiyana xwe jidest da, yek kes jî brîndar bû.

Li gorî rapora Kurdistan 24`ê, di encama êrîşekê li nêzîkî bajarokê Hewîcê yê li başûrê Kerkûkê de kesekî jiyana jidest da û yek kes jî brîndar bû.

Li gorî agahdariyên ji deverê li nêzîkî bajarokê Hewîce li ser rêya gundekî bi navê Ebdulla Yasin, rêxistina terorî ya DAIŞ`ê bombeyek ji dûr ve kontrolkirî teqand û di encam de 2 baryîn ku di otombilekê de bûn, 1 ji wan jiyana jidest da, ye din jî brîndar bû.

Efrasyav Kamil ji Dezgeha Ragihandina Polisê Kerkûkê diyar kir ku, ew bombeya ku hate teqandin, ji dûr ve hatiye kontrolkirin.

Her di vî warî de, fermandê hêzên pêşmergeyên êzdî yên ser bi Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî, hişyarî da ku endamên DAIŞ`ê li nêzîkî Şingalê û bi taybet li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê li halê dubare orgaznîzekirina xwe ne.

 Fermandê hêzên pêşmergeyên êzdî yên ser bi partiya Demokrat a  Kurdistanê, her wiha got ku niha DAIŞ`ê li derdora  Şingalê û bi taybet li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê ji wan li navça  Beacê li rojava Şingalê li halê dubare organîzkirina   xwe bûye û bûne  wek gefeke cidî li dijî ewlehiya gelê Şingalê.