Koçberiya 5 hezar pizîşk û kadrên dermankirinê ji Herêma Kurdistanê
Berdevkê Wezareta tebdrustiyê ya Herêma Kurdistanê ragahnd ku navenda tendrsutî û dermankirinê ya Herêmê ji ber koçberiya 5 hezar kes ji pizîşk û kadaa dermankirinê bo dervey herêmê rastî pirsgirêka kêmasiya pisporan hatiye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê televîzyona NRT`yê Xalis Qadir raghand ku li 4 salên buhurî ji ber qeyrana aborî ya herêmê, nedayîna miaşê û şerê DAIŞ`ê 5 hezar kes ji pizîşk û kadra dermankirinê yên wezareta Tendrustiyê ji Herêma Kurdistanê koçber bûne ku hezar kes ji wan pizîşk û pispor pêk tînin.
Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku li çend salên buhurî jî zanîngehên zanistên pizîşkiyê yên Herêma Kurdistanê asta herî kêm a wergirtina xwendekaran bi taybet li kûrsên neştergeriyê , hebûne û wezareta tendrstiyê ya herêmê rastî kêmasiya kadr û hêzên pizîşkiyê yên pispor hatiye.
Her wiha Amanc Wefayî, brpirsê karûbarên raghandinê ya Sendîkaya pizîşkan a Herêma Kurdistanê ragahndiye ku hejmara pizîşkên ku ji herêmê koçber bûne ji amara ragahndî pir zêdetir e û ger ev pirsgirêka herêmê li 4 salên din neyê çareserkirin, dê arstî qeyrana cidîya kêmasiya pizîşk û kadra dermankirinê ya pispor were.
Li gor dawîn amarê, wezareta tendrustî û dermankirinê ya Herêam Kurdistanê xwediyê zêde ji 21 hezar hêza însanî ye ku heft hezar û pênsed kes ji wan pizîşk û pispor pêk tînin ku li 76 nexweşxane û navendên dermandkirinê mijûlî xebatê ne.
Diyardeya koçberiyê li 4 salên buhurî bûye pirsgirêkek cidî li herêmê û bi dehan hezar kes ji gelê herêmê heya niha wek koçebrê penaberî welatên din bûne û zêde ji 300 kes ji wan li riyên neqanûnî yên koçberiyê canê xwe ji dest dane.