Kanûn 18, 2018 18:21 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) xwe jibo lidarxistina xwenîşandanê li Kerkûkê amade dike

Alîkarê berpirsê karên rêxistinê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Kerkûkê ragihand ku ev partî bi nîşana nerazîtiya li hemberî kiryarên sergêrê parêzgariya Kerkûkê, xwe jibo lidarxistina xwenîşandan û grevê li vî bajarî amade dike.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Alîkarê berpirsê karên rêxistinê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Kerkûkê, Elî Asî li hevpeyivîna bi malpera SNNê got ku YNK pirraniya kiryar  û biryarên Rakan Cebûrî, parêzgarê Kerkûkê, neqanûnî dzane û hewildana xwe jibo pêşîlêgirtina j karên wî bi kar aniye, lê hewildanên YNKê bê encam bûne û ji ber vê yekê dil heye xwenîşandana berfireh û grevê li Kerkûkê li dar xîne.

Alîkarê berpirsê karên rêxistinê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Kerkûkê her wiha got: Daxwazên YNKê pêkhatî ji betalkirina biryar û fermanên neqanûnî yên waliyê Kerkûkê, dayîna pişk û para Kerkûkê ji mûçe û derhatên petrolê ye û jibo serêxwegirtina van xwestekan, dê greveka berfreh li ber avahiya parêzgariya Kerkûkê were lidarxistin.

Wî destnîşan kir ku heke xwenîşandana li Kerkûkê nebe sebeba chanîna van xwestekan ji aliyê sergêrê walîtiyê va, YNK dê tevahiya rûniştiyên Kerkûkê bo greva seranserî vexwîne û bazara Kerkûkê betal bke.

Wî her wiha tevî amajeya bi vê yekê ku ev xwenîşandan di vê mehê da û bi agahdariya hêzên ewlehiyê yên bicihbûyî li Kerkûkê were lidarxistin, got ku YNK ji tevahiya partiyên çalak li Kerkûkê ji billî Partiya Dêmokrat dixwaze ku beşdarî vê grevê bibin.