Kanûn 16, 2018 20:34 Asia/Tehran
  • Polîtburoya PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê dicive

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, îro Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Mesûd  Barzanî dicive û naveroka civînên wê partiyê li gel her yek ji Yekîtiya Nistimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nexşerêya PDKê ji qonaxa bê re gotûbêjê dike.

Herwiha babeteke din a civînê, li ser serdana Serokê Parlemantoya Iraqê Mihemed Helbûsî bo Hewlêrê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dibe.

PDK wek yekema hilbijartina xula pêncemîn a Parlemantoya Kurdistanê ye û xwedî 45 kursiyan e, ji piştî ragihandina encamên hilbijartinê, dest bi tevegera pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kiriye.

PDK bi diruşma “ Herêma Kurdistaneke bihêz” beşdarî hilbijartinan bû û bi serkeftineke mezin li pêş hemû partiyên din derket, ji ber wê pêkanîna hikûmeta nû di stûyê wê partiyê de ye û Mesrûr Barzanî bo serokatiya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kandîd kiriye.