Kanûn 06, 2018 12:38 Asia/Tehran
  • Mehmûd Osman pêşneyara damezrandina wezareteke nû ji Mesrûr Barzanî re dike

Siyasetmedarê kurd ragehand, pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê gelek zêde ne, ji ber wê jî pêşneyar dike wezareteke taybet li herêma Kurdistanê hebe ji bo ku karûbarên peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rê ve bibe.

Mehmûd Osman li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hebûna pirsgirêkan bo kabîneya Mesrûr Barzanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pirsgirêkên herêma Kurdistanê bi xwe jî zêde ne û li gel Bexdayê bi heman awayî ye. Ji ber wê danîna wezaret pêwendiyên bi Bexdayê re pêwîst e û divê di navbera her du aliyan de guftûgoyên cidî destpê bike.’’

Mehmûd Osman pêşneyar dike ku di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de, ku Mesrûr Barzanî bo serokatiya wê namzed e, wezaretek bo karûbarên peyvendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebe û dibêje: ‘’Dema li gel Bexdayê pirsgirêkên me hebin, dikare di wê wezaretê de bê çareser kirin. Dema berê de jî peyvendiyên me hebûn li gel wan, lê bi awayekî qutbû û ti saziyek berpirs ji vê yekê tinebû. Ji ber wê ev yek dê bibe sedemê çareseriya hin pirsgirêkan.’’

Siyasetmedarê kurd dibêje: ‘’Li gel Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî min kar nekiriye, lê bi nêrîna min her du jî li ser rêbaz û rênmayiyên Kak Mesûd kar dikin û birêve diçin. Ango tîmekin ku Kak Mesûd serpereştiya wan dike.’’

Herwaha teqez kir: ‘’Mesrûr Barzanî di karûbarê asayîşê de serkeftî bûye û kesek baş e. Herwaha niha di hikûmetê de ne tenê ye û hin wezîr dê li gel bin di kabîneya nû de.’’