Hevdîtina Wezîrê karên derve yê Libnanê bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ra
Kanûn 05, 2018 08:26 Asia/Tehran
Cebran Basîl, Wezîrê karên derve yê Libnanê roja Sêşemiyê li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê vê herêmê ra hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Li vê hevdîtinê du aliyan derbarê pêwendiyên dualî û mijarên din bi hev ra ketin goptûbêjê.
Basîl her wiha li civînekê tev odeyên ticarî û pêşeyî û cotkariyê yên Herêma Kurdistanê ra, derbarê hevkariyên abûrî û ticarî navbera Libnanê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Cebran Basîlê Wezîrê karên derve yê Libnanê roja Duşemiyê derbasî Iraqê bû û bi Adil Evdilmehdiyê serokwezîr, Mihemed Helbûsiyê serokparliman û Mihemed Elî Hekîm, wezîrê karên derve yê Iraqê ra li Bexdayê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.