Hewldana ji bo şopandina çarenivîsa pêşmergeyên ku DAIŞ`ê dîl girtine
Parlimanterê Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Meclisa Iraqê, pêgîrî kir ku ji rêya fraksiyona vê partiyê ve û herwiha Komîsyona Ewlehî û berevaniya Meclisê bona agahiya ji çarenivîsa pêşmergeyên ku DAIŞ`ê ew dîl girtine, hewl dide.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Nasir Herkî, parlemanterê PDK`ê li Meclisa Iraqê û endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê ya Meclisê, ragihand: Mijara çarenivîsa pêşmergeyên ku DAIŞ`ê ew dîl girtine, li civîna navxweyî ya vê komîsyonê hatiye raberkirin û biryar hatiye girtin ku karên pêwîst ji bo agahiya ji çarenivîsa pêşmergeyên dîlgirtî cih werin.
Wî herwiha got: Li nîveka şêrr, DAIŞ`ê hejmareka pêşmergeyên dîl ku li Hewîcê hatibûn xwedîkirin veguhestin cihekî nediyar û tu agahiyek ji çarenivîsa wan tuneye.
Nasir Herkî, pêgîrî kir: Him ji aliyê Fraksiyona Partya Demokratê ve û him jî Komîsyona ewlehî û berevaniyê ya Meclisê, hemî karên pêwîst ji bo şopandina çarenivîs û rewşa van pêşmergeyan cih tên û wê hemî encamên lêkolînan jî ji bo raya giştî werin ragihandin.
Anegorî amara ku ji aliyê Herêma Kurdistana Iraqê ve hatiye ragihandin, li nîveka şerrê hêzên Pêşmerge bi Koma Terorîst a DAIŞ`ê re, hezar û 700 hêzên Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û zêde ji 10 hezar kes jî birîndar bûne û bi dehan Pêşmerge jî dîl hatine girtin ku DAIŞ`ê hejmareka wan serjê kirine û 50 Pêşmerge jî bêserûşûn bûne.
Xizm û malbatên van pêşmergeyan bi caran bi lidarxistina kombûnan, xwestine ku hikûmeta Herêmê ji bo agahiya ji çarenivîsa van Pêşmergeyên bêserûşûn karekê bike û berî niha jî medyayên Herêmê ragihandibûn ku muhtemel e hejmarek ji Pêşmergeyên ku DAIŞ`ê ew dîl girtine, niha li zîndanên dewleta Iraqê li Bexdayê, têne xwedîkirin.