Kanûn 04, 2018 17:10 Asia/Tehran
  • Berteka YNKê li hemberî hilbijartina Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) destnîşan kir ku Partiya Demokrat (PDK) li hilbijartina berendamê posta serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê azad e û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) rêzê li biryarên Partiya Dêmokrat li vî warî da digire.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Roja Duşemiyê 3ê Kanûnê, berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ragihand ku vê partiyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê niha yê Herêma Kurdistanê wek berendamê posta serokatiya herêmê û Mesrûr Barzanî berpirsê Kosneya Ewlehiya Neteweyî ya Herêmê ji bo bidestxistina posta serokwezrtiyê li dewleta nû ya Herêmê hilbijartiye.

Wek berteka li hemberî vê nûçeyê, Seidî Ehmed Pîre, berdevkê fermî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê di civîneka nûçeyî da ragihand ku Partiya Demokrat hevpeymanê vê partiyê ye û li hilbijartina berendamên xwe jin bo postên dewletî azad e û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê rêzê li biryarên vê partiyê digire.

Wî di eynî demê da got ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê jî li hilbijartina berendamên berendamên xwe ji bo postên dewletî azad e.

Wî her wiha got ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê  yek ji hêzên sereke yên herêmê, her wiha posta cîgirtiya serokwezîrê herêmê para xwe dizane, lê heta niha tu kesayetiyek li nav vê partiyê wek berendamê posta cîgirtiya serokwezîrtiyê, nehatiye hilbijartin û diyarkirin û di rojên tê da civînek li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê  bi mebesta biryardana li vî warî da tê lidarxistin.

Posta cîgirtiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê vê demê di destê Qubad Talebanî, ji serkirdeyên bilind û bibandor ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê  ye.

Seidî Ehmed Pîre tevî amajeya bi vê yekê ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê  tu hêleka sor ji bo beşdariya partiyan li dewleta Herêma Kurdistanê danayne, destnîşan kir ku mijara posta serokatiya Herêma Kurdistanê jî mijareka qanûnî ye û li gorî qanûnê ev post heye û divê biryardana li vî warî da jî li civînên tê û ji riya gotûbêjê pêk were.