Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê: Para kurdan ji bûdca Iraqê hatiye zêdekirin
Parlimanterê Komela Îslamî li parlemana Iraqê raghand ku piştî guherînên li pêşnumaya bûdca 2019` an a Iraqê, para kurdan ji wê bûcê hatiye zêdekirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Ehmed Hacî Reşîd li gotûbêja bi malpera nûçan a Xendanê re ragahnd ku komîta taybet a desteya wezîran a Iraqî hela hê guherîn û venihêrînên li pêşnumaya bûdca 2019`an a vî welatî tam kuta nekirine lê hin guherîn li vê pêşnumayê hatine kirin û para kurdan jî zêde bûye.
Parlimanterê Komela Îslamî ya Kurdisrtanê her wiha got ku hîn asta guherîna li para bûdca Herêma Kurdistanê ji bûdca 2019` an a Iraqê kivş nîne lê eşkere ye ku ev para guheriye û hatiye zêdekirin.
Wî texmîn kir ku gotûbêjên dawiyê li bara bûdca 2019`an vê hefttiyê dê bên kirin û bûdca serastbûyî bona hilkolandin û pejirandinê raberî parlemana Iraqê bibe ji ber ku li gor gotina wî paşdexistina zêdetir ji vîya bo pejirandina bûdcê neqanûnî ye.
Dewleat berê ya Iraqê, para kurdan li bûdcê ku li salên derbasbûyî sedî 17 hatibû kivşkirin ji ber pirsgirkên siyasî yên bi Hewlêrê re, daketiye sedî 12 û eva bûye sedema nerazîbûna kurdan û ji riyên curbicur bona zêdekirina vê parê hewl didin.