Kanûn 03, 2018 16:23 Asia/Tehran
  • PDK`ê berbijêrên xwe yên Serokatîyên Herêm û Kabîneyê diyar kirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berbijêrên xwe ji bo postên Serokatîyên Herêma Kurdistanê û Desteya Wezîran bo çar salên bê diyar kirin.

Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDK`ê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê hatin berbijarkirin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Encûmena Serkirdetiya PDK`ê di civîneke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir û ragihand: “Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDK`ê, Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokatîya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo posta Serokatîya Desteya Wezîran a Kurdistanê hatin berbijarkirin.”