Mijdar 06, 2018 18:24 Asia/Tehran
  • Yemekîn civîna parlimana Herêma Kurdistana Iraqê hate birêxistin

Yemekîn civîna parlimana Herêma Kurdistana Iraqê bona sondxwerina parlimenterên nû yên vê parlimanê li Hewlêrê hate birêxistin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, li vê civînê ku nîvroja îro ُêşemiyê hate lidarxistin, Rêvîng Hirûrî, Endamê Fraksyona PDKê (Partya Demokrat a Kurdistanê) wekî parlamenterê herî bitemen di vê xûla nû ya parlamentoyê ve serokatiya vê civînê girte ustiyê xwe.

Civîna îro tenê taybetî sondxwarina parlamenteran bû, çimku heta niha di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ti rêkevtinek ji bo diyarkirina desteya nû ya serokatiya parlamentoyê nehatiye kirin.

Naveroka sonda yasayî ya parlamenteran jî bi vî awayî ye: Sond dixwin bi Xwedayê mezin, ku zêrevaniyê di ber yekîtiya gel û xaka Kurdistan-Iraqê û berjewendiyên bilind ên wê de bikim.

Roja 30ê Îlona 2018ê hilbijartinên gera pêncan a parlamentoya Herêma Kurdistanê bi rêve çûn û roja 20ê Cotmeha 2018ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê bi fermî encamên dawiyê yên hilbijartinan ragihand.

Herwiha roja Sêşembî (30-10-2018) jî Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê encamên hilbiajrtinan pesend kir.

Di hilbijartinên 30ê Îlonê de, PDKê 45 kursî, YNKê 21 kursî, Goranê 12 kursî, Nivşa Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Hevpeymaniya Berev Îslah 5 kursî û herwiha Hevpeymaniya Serdem û Lîsta Azadî her yek ji wan kursiyek bi dest xistin.

Li aliyekê din 11 kursiyên parlamentoya Kurdistanê taybet in bi pêkhateyên Tirkmen, Aşûr, Suryan û Kildan û Eremenî, ku 5 ji wan pişka tirkmenan, 5 kursî pişka mesîhiyên Aşûr-Suryan-Kildan û kursiyek jî pişka pêkhateya Ermen e.