PDKê xwestekên kurdan ji serokwezîrê nû yê Iraqê re raghand
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlemana Iraqê raghand ku vê fraksiyonê reşnivîsa ku tê de 21 xwestekên sereke yên kurdan ji dewleta nû ya Iraqê hatine hilêxistin, daye serokwezîrê vî welatî û li benda bersiva wî bo van xwestekan in.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Viyan Sebrî li gotûbêja bi malpera fermî ya partiya Demokrat a Kurdistanê re raghand ku fraksiyona vê partiyê li parlemana Iraqê, xwestekên kurdan ji dewleta nû ya Iraqê, li reşnivîseke 21 xalî daye Adil Ebdulmehdî serokwezîrê nû yê Iraqê û li benda bersiva wî bo xwestekên kurdan û hilêxistina wê li parlemanê ne.
Seroka fraksiyona partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê herwiha got ku xwestekên hilêxistî ji dewleta nû ya Iraqê ji wan cihanîna xalên qanûna bingehîn a Iraqê ji wan xala 140 a li bara navçên kêşe li ser, dayîna mûça pêşmergan, cotkarên herêmê, cebirandina xisara malbat û goriyên enfalê û tevkujiyê li herêmê û girtina pêşiya xebitandina hêza eskerî û artêşa Iraqê li dijî kurdan û herêma Kurdistanê, cihanîna hevsengiyên hevhatin û şirîkatiya rastîn li Iraqê û cihanîna mafên kurdan li postên hakimiyetî û eskerî yên peywedniyên biyanî ye.
Wê destnîşan kir ku kurd dixwezin ku pirsgirêkên navbera dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji riya gotûbêjû muzakirê were çarserkirin û qonaxa niha ya dewleta Iraqê jî qonaxa raberkrina reşnivîsê û hilêxistina pêşniyar û xwestekan û gotûbêjê ye.