Mijdar 03, 2018 20:16 Asia/Tehran
  • Tekîda ser pêwîstiya hevahengiya di navbera hêzên pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞê

Berpirsê peywendiyên derve yê dewleta Herêma Kurdistana Iraqê ser pêwîstiya hevahengiya di navbera hêzên pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê bona sekinîna li hemberî terorîstên DAIŞê sekinî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Felah Mustefa berpirsê peywendiyên derve yê dewleta Herêma Kurdistana Iraqê li Press konferansekê bal kişande ser viya ku pêwîste reftara tev Herêma Kurdistana Iraqê wekî pişkek ji Iraqê cih were got: Li şerê tev terorîstên DAIŞê, hevahengiya di navbera hêzên pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê babetekî pêwîst e.

Mustefa bal kişande ser viya ku şerê dijî terorîstên DAIŞê hîn kuta nebûye destnîşan kir: Her çend niha tu pişkek ji axa Iraqê li destê vê grûpa terorîstî da nîne lê rastî evaye ku ev terorîstên DAIŞê hîn jî di nav axa Iraqê da hene û hema veşartî dest bi operasiyonên terorîstî da dikin.

Wî bal kişande ser viya ku hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê hêzên qanûnî ne ragihand, mixabin reftara tev hêzên pêşmerge wekî pişkek ji hêzên iraqî baş nîne û xwestekên wan dabîn nabin û ewna demdirêj nayên perwerdekirin.