Mijdar 03, 2018 19:33 Asia/Tehran
  • PKK operasiyonên eskerî dijî hêzên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir dike

Berdevkê fermî yê PKK ragihand ku bi gihêştina zivistanê operasiyonên wan dijî eskerên Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir dibin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, Serhed Warto berdevkê fermî yê PKK li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a SNNê got: Eger bê û êrişên Tirkiyê dijî axa Herêma Kurdistana Iraqê û navçên sînorî bêne domandin, hêzên PKK ji bi gihêştina zivistanê operasiyonên xwe yên dijî hêzên eskerî yên Tirkiyê li nav axa vê herêmê dê zêdetir bike.

Berdevkê fermî yê PKK ragihand ku PKK wekî her sal operasiyon û êrişên xwe yên dijî eskerên Tirkiyê lisînorê herêma Kurdistana Iraqê tev Tirkiyê zêdetir kiriye û dê van êrişan zêdetir jî bike.

Wî bal kişande ser viya ku eskerên Tirkiyê li êrişên xwe yên ser axa Herêma Kurdistana Iraqê welatiyên sivîl û malên xelkê bêguneh dike hedef got: Tirkiyê hema niha jî hejmara eskerên xwe yên li sînora vî welatî tev Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir kiruye û van hêzên Tirkiyê jî êrişên xwe li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê berfirehtir kirine.