Mijdar 02, 2018 10:00 Asia/Tehran
  • Mehmûd Osman: Kabîna pirranîyê digel rastîya heyî li Herêma Kurdistanê digunce

Sîyasetvanê navdar û berbiçav ê Herêma Kuridstana Iraqê pêgirî kir ku kabîna hevalbendîyê zîyan gîhandîye berjewendîyên Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîna pirranîyê ya kêrhatî anegorî rastîyên li Herêma Kurdistanê ye.

Mehmûd Osman di rûpela xwe ya Facebookê derbarê pêkanîna kabîna nû li Herêma Kurdistana Iraqê de ji partîyên vê Herêmê xwest ku careka din ezmûna pêkanîna kabîna hevalbendîyê dubare nekin, ji ber ku kabînyeke bi vî rengî dema kabîna eştem, zîyan gîhandîye berjewendîyên Herêma Kurdistanê.

Wî pêgirî kir ku divê ``têkoşîna li hemberî gendfelîyê, çaksazî û xizmetguzarîya pêwîst bo gel`` erk û ewlewîyetên kabîna nû li Herêma Kurdistanê bin.

Mehmûd Osman derbarê dewleta nû ya Iraqê de jî got ku ev dewleta ji bo serketinê divê ``têkoşîna li hemberî gendelî, xizmetguzarîya guncav, hewildana ji bo pawankirina çekan di destê dewletê de û cihanîna destûra bingehîn`` bike ewlewîyeta kar û planên xwe.

Wî herwiha got ku divê serokwezîrê Iraqê pêşî li sepandina nifûza partîyên sîyasî ser kabînê û bandora gêre û minaqişeyên sîyasî ser dewletê bigire û rê nede partî bandorê li kar û biryarên dewletê bikin.

Vî sîyasetvanê berbiçav ê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha dîyar kir, çareserkirina pirsgirêk û nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî hevsengî, rêketin û şirîkatîya rastî, ji ewlewîyetên din ên Iraqê û herêma Kurdistanê zanî.