Mijdar 01, 2018 15:59 Asia/Tehran
  • Hevhatina YNK û PDKê li ser gotûbêja ji bo damezirandina dewleta nû ya Herêma Kurdistanê

Serkirdeyên pileberz ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û Partiya Dêmokrat a vê herêmê (PDK) piştî civîneka dualî derbarê destpêkirina gotûbêjên li ser damezirandina dewleta nû ya Herêma Kurdistana Iraqê lihevkirina seretayî b dest xistin û serok Konseya Rêbertiyê ya Partiya Dêmokrat li Silêmaniyê destnîşan kir ku vê partiyê ji bo rêvebirina herêmê hewcetî bi alîkariya Yekîtiya Niştîmanî heye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Îro anku Pêncşemiyê desteyek ji serkirdeyên pileberz ên Partya Dêmokrat b serokatiya Arif Teyfûr, serokê Konseya Rêbertiyê ya vê partiyê li parêzgeha Silêmaniyê digel serokên pileberz ên YNKê derbarê damezirandina dewleta nû li Herêma Kurdistanê hevdîtin û gotûbêj kir.

Piştî vê hevdîtinê, Arif Teyfûr li konfêransa çapemeniyê tevî rexneya ji partiyên dijber ku li desteya wezîran a dora heştem a dewleta herêmê hebûn, got ku ev partî hevalê nîviya rê bûn û d nîveka qeyranê da xwe ji dewletê dan alî û Partiya Dêmokrat û Yekîtiya Niştîmanî bi tenê Herêma KUrdistanê tevî hebûna qeyranan bi rê ve birin.

Wî tevî pêgiirya li ser vê yekê ku partiyên ku beşdarî dewletê dibin, divê heta dawiya deweltê û di tevahiya pirtsgirêkan da li kêleka wê bimînin, got ku van du partiyan desteyek bi mebesta gotûbêja bi partiyên herêmê ra derbarê damezirandina dewleta Herêma Kurdistanê erkdar dikin.

Wî her wiha destnîşan kir ku Partiya Dêmokrat ji bo rêvebirina karên herêmê hewcetî bi alîkariya YNKê heye.

Hakim Qadir ji serkirdeyên YNKê jî destnîşan kir ku Yekîtiya Niştîmanî bi berçavgirtina rastiyên heyî li herêmê û cîgeha xwe, beşdarî an gotûbêja dibe û desteya gotûbêîjker a vê partiyê jî ji bo vê mebestê amade ye.