Mijdar 01, 2018 12:03 Asia/Tehran
  • Neyarîya PDK`ê li hemberî pişkdarîya Tevgera Gorranê û Komela Islamî li pêkanîna kabîna nû ya Herêma Kurdistnê

Endamekî Civata Rêvebirîya Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK) pêgirî kir ku ev partîya li dijî pişkdarîya Tevgera Gorranê û Komela Islamî ya Kurdistanê di kabîna nû ya Herêma Kurdistana Iraqê de ye.

Fazil Bişaretî di hevpeyvîna digel malpera a Ajansê de ragihand ku PDK tevî neyarîya li hemberî pişkdarîya Tevgera Gorranê û Komela Islamî ya Kurdistanê di kabîna nû ya Herêma Kurdistana Iraqê de, hêvîdar e ku ev du partî di kabînê de pişkdar nebin û wekî opozosyon bimînin.

Vî endamê Civata Rêvebirîya PDK`ê pêgirî kir ku Tevgera Gorranê û Komela Islamî ya Kurdistanê di qonaxeke qeyranî de ji kbînê derketin û ji alîyê din ve jî PDK`ê bi hîç awayekî careka din ezmûna pêkanîna kabîna hevalbendîyê li Herêma Kurdistanê dubare nake.

Wî bibîr xist ku PDK`ê bi merema girtina pêşîya gêre û bertekên ihtilamî heta niha helwesta xwe di vî warî de bi zelalî ranegihndîye.

Eva di halekî da ye ku Selîm Koyî endamê Civata Rêvebirîya Komela Islamî jî ji malpera Ajansê re gotîye ku mafê hîç hizbekê nîne ku xetên sor ji bo pişkdarîya partîyên din di kabînê de kivş bike ji ber ku Herêma Kurdistanê ya hemî gelê wê ye û Komela Islamî jî li gorî daxwaz û nêrîna xwe derheq pişkdarîya di kabîna Herêma Kurdistanê de biryarê dide.

Hilbijartinên dewra pêncan a Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di 30`yê Îlonê de hatin lidarxistinê û PDK`ê bi 45 kursîyan di rêza yekem, YNK`ê bi 21 kursîyan di rêza duyem û Tevgera Gorranê bi 12 kursîyan di rêza sêyem de cî girt.