Mijdar 01, 2018 09:13 Asia/Tehran
  • Îranê û Herêma Kuridstana Iraqê peywendîyên ticarî hilkolandin

Serkonsulê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê û Wezîrê Karên navxwe yê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtinekê de derheq hêsankirina hatinûçûyîna li sînoran û peywendîyên ticarî yên dualî gotûbêj kirin.

Murteza Ibadî û Kerîm Şingalî duh li Hewlêrê alûgurên herêm û peywendîyên ewlehî û ticarî yên di navbera Komara Islamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de hilkolandin.

Serkunsolê Îranê li Hewlêrê di vê hevdîtinê de raporek derbarê pêngavên vê dawîyê yên ji bo xurtkirina peywendîyên ticarî û hêsankirina hatinûçûyîna li sînoran û peywendîyên ticarî di navbera her du alîyan de raber kir.

Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê û Wezîrê Karên Hundur ê Herêma Kurdistana Iraqê di vê civînê de herwiha pêgirî li ser lidarxistina civînên hevdengîyê di navbera rayedarên herêmî yên her du alîyên sînor ji bo rehet û hêsankirina zêdetir a danuistandinên ticarî kirin.