Cotmeh 31, 2018 18:24 Asia/Tehran
  • Partî li dû serdestîxweziya li Herêma Kurdistanê nîne

Rawêjkarê Ofîsa Siyasî ya Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê, pêgîrî kir ku ev partiya qet li dû serdestîxweziya li Herêma Kurdistanê li ser xêra xwe nîne.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Arif Roşdî, li hevpeyvîna li gel Malpera Fermî ya Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê got: Ev partya tevî vê yekê ku kursiyên herî zêde yên Parlimana Kurdistanê di destê wê de ne, lê li dû serdestîxweziyê li Herêma Kurdistanê ser xêra xwe nîne û rastiya ku li Herêma kurdista Iraqê heye, berçav digire.

Rawêjkarê Ofîsa Siyasî ya Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê, pêgîrî kir ku divê partiyên ku dikevine nav kabîneya nû ya Herêmê, hevkariyeka rastîn li dewletê hebin û nabe bona dabînkirina berjewendiyên xwe, wekî partiyekê li dewletê, rola opozosyonê jî bilîzin.

Wî herwiha got: "Partya Demokrat ji ber cîgeha parlimanî û kêşa ku li hilbijartinê heye, mafê xwe dizane ku bernameyên dewletî yên vê partiyê, pişka sereke ya bernameyên dewleta nû ya Herêma kurdistanê pêk bîne".

Partya Demokrat (Partî) li hilbijartina dewra pêncan a Parlimana Kurdistanê, ji 111 kursiyên Parlimanê, 45 kursî bi dest xistin û Yekîtiya niştîmanî (YNK) bi 21 kursiyan, piştî vê pariyê cih girt.