Cotmeh 11, 2018 10:19 Asia/Tehran
  • Gorran: Mam Celal ti tiştek bo kurdan nekir

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran ragehand, sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî du demên serokomariya Iraqê de ti tiştek bo kurdan nekir û ez bawer nakim ku Berhem Salih jî karekî bike ku kurd dilê wan pê xweş be.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Cebar Mela Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurd li Bexdayê ti rolek tineye. Ewên ku li ser pişka kurdan bûne serokomarê Iraqê, ti tiştek bo kurdan nekirine. Bi taybet Mam Celal ku siyasetmedarekî mezin bû û pêwendiyên wî yên navnetewî û cîhanî hebûn nekarî ti tiştekî bo kurdan bike. Ji ber erkê serokomar desthilatiya wê sînordar e. Bi taybet eger erkê serokwezîr jî di dest kurdan de be nikare ti tiştekî bo kurdan bike.’’

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran got: ‘’Eger Mam Celal karîba tiştekî bike, ew dema ku serokomarê Iraqê bû dê madeya 140 bicîh anîba. Bê guman pirsgirêka kurd li gel Iraqê di madeya 140 de ye. Eger madeya 140 pêngav bo hatiban avêtin û kar li ser hatiba kirin, naha kurd dê di rewşeke din de ba.’’

Cebar Mela Emîn got, Berhem Salih xwedî pêwendiyên berfireh e. Lê ‘’nabe em wisa bifikirin ku payeya serokomariyê ber kurdan ketiye û bi temamî ew kese dê kar bo kurdan bike. Nexêr wisa nîne, ji ber dema madeya 140 derdikeve pêş, erebên sunne nerazîne ku ew pirsa çarenivîssaz bê bicîh anîn.’’

Herwaha got, ‘’Berhem Salih nikare nûnertiya gelê kurd bike û tiştek bike ku kurd pê dilxweş bin.’’