Cotmeh 07, 2018 17:26 Asia/Tehran
  •  Tu partiyek li Herêma Kurdistana Iraqê bi tenê nikare dewletê damezrîne

Enadmê konseya rêberyê ya partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê raghand ku tu partiyek li Herêma Kurdistanê bi tenêtî nikare dewletê pêk bîne û karekî wisa dibe sedema işkesta siyasî û ewlehiyê li herêmê.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê, Firêd Êsê Sêrêd li gotûbêja bi malpera nûçan a SSN` ê re raghand ku rewşa taybet a Herêma Kurdistanê bi curekê ye ku  tu partiyek nikare  bi tenê dewletê damezrîne ji ber ku organ û saziyên dewletî bê alî nînin.

 Enadmê konseya rêberyê ya partiya Demokrat a  Kurdistanê her wiha got ku li welatên pêşketî hin organên dewletî û bi taybet hêzên eskerî û ewlehiyê yên bêalî hene û loma li van welatana  partiyên serektî yên hilbiajrtinê dikarin tenê dewletê pêk bînin lê herêmê ev yeka tine û hêzên eskerî  hemî ser bi partiyên siyasî ne û ji hêla îdarî va jî hemî postên  giring û sazî nvabera partiyan hatine parvekirin.

  Wî hişyarî da ku  ger  her yek ji partiyan li herêmê bi tenê an bi alîkariya  partiyên biçûktir dest bi damezrandina dewletê bikin dê işkestê bixwen û ev kara dê bibe sedema işkesta siyasî û ewlehiyê li herêmê.

Firêd Êsê Sêrêd her wiha got ku li  herêmê divê partiyên serketî li hilbiajrtinê ji riya hevhatina bi partiyên din dest bi avakirina dewletê bikin û ji parlemanê dengê pêbaweriyê bistînin û an ku dewlet ahevalbendiyê ji ber encamên  hilbiajrtina aprlemanê û bi beşdariya  hemî partiyên serketî li hilbijrtinê pêk were.

 Gotinên Firêd Êsê Sêrêd li halekê ne ku  partiya Demokrat a Kurdistanê ku li hilbijartinên  vê dawiyê yên  parlemana Kurdistanê bi bidestxistina piraniya dengan, 45 kursî bi dest xistine wek berteka li hember bijartina  berbijarê YNK wek serokkomarê nû yê Iraqê, hevhatinên navbera du partiyan û bi taybet li warê damezrandina dewletê û parvekirina  postan dawî kirine û teqez dikin ku  dewleta nû ya  li herêma Kurdistanê li gor  dengên  piraniyê li parlemanê  dadimezrîne.