Cotmeh 07, 2018 15:58 Asia/Tehran
  •  Yekitiya Niştimanî daxwaza muzakirên navbera partiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê kir

Li civîna Konseya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê, vê partiyê daxawza muzakirên berpirsiyarane navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo çareseririna pirsgirêk û pêkanîna aramiya siyasî kir û ser pêwîstiya beşdariya rastîn li dewleta nû ya herêmê jî hat teqezkirin.

 Li gorî rapora Kurdpress`ê, roja şemiyê 6 Cotmehê, Konseya rêberiyê ya partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya  Kosret Resûl Elî alîkarê dudiyan ê sekreterê giştî yê vê partiyê, civînek bona biryardayîna ser alûgurên  vê dawiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê û peywendiyên  baş ên vê partiyê bi partiya Demokrat re û hilkolandina  encamên  hilbijartinên  dewra pêncan a parlemana Kurdistanê  li bajarê Silêmaniyê li dar xist.

  Li daxûyaniya dawiyê ya vê civînê hatiye ku ev konseya dijberê her cure sextekariya li pêvajoya lidarxstina  hilbijartinên  parlemana  Kurdistanê ye û her cure tawanbarkirina  vê partiyê û hewldana  ji bo xalifandina  rastiyan red dike û ji riya medya xwe ya fermî dê ji bo parastina  dengên  xelkê hewl bide û dê helwesta xwe ya dawiyêjî  piştî raghandina  fermî ya encamên  dawîn ên vê hilbijartinê raghîne.

Civîna Konseya Yekitiya Niştimanya Kurdistanê,her wiha teqez kiriye ku li gor  berjewendiyên  Herêma Kurdistanê, daxwaza muzakirên berpirsiyarane navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bona  xweşkirina rewşê bo çareserkirina  pisgirêkan dike

 Yekitiya Niştimanî her wiha destnîşan kiriye ku li bara  damezrandina  dewleta nû ya Iraqê jî vê partiyê ser mafên  qanûnî yên kurdan li Iraqê ji wan  normalkirina rewşa Kerkûk û Xaneqînê û navçên din ên kêşe li ser dike û her wiha daxwaza damezrandina dewletekê dike ku xwesta hemî alî û komên siyasî yên Iraqê cih bîne û bo çareserkirina pirsgirêkên welêt pêngavên bingehîn rake.

 Her wiha li beşeke din ji vê daxûyaniyê hatiye ku Yekitiya Nişrimanî ya Kurdistana Iraqê têkildarî damezrandina  dewleta nû ya Herêma Kurdistanê jî, beşdariya rastîn li dewletê û berpirsiyariya  hevpar bo çareserkirin  hemî pirsgirêkan û pêkanîna  aramiya siyasî giring û pêdivî dizane.