Cotmeh 05, 2018 12:01 Asia/Tehran
  • Komsyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê: PDK 44 û YNK jî wê 22 kursîyên Parliaman Herêma Kurdistanê bi dest bixe

Komsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistana Iraqê encamên fermî û destpêkê yên hilbijartinên Parlimana vê Herêmê ragihand ku li gorî wan PDK di rêza yekem de û û du beranberî YNK kursîyan bi dest dixe.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, encamên fermî yên hejmartina sedî 85`ê dengên hilbijartinên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê nîşan didin ku PDK bi zêde ji sedî 44`ê dengan, 44 kursîyên dewra pêncem a Parlimaan Herêma Kurdistanê bi dest dixe.

Li gorî van encamana, YNK jî bi zêde ji sedî 21`yê dengan, 22 kursîyên Parlimana Herêma Kurdistanê bi dest dixe. Tevgera Gorranê bi zêde ji sedî 12`ê dengan 12 kursî û Nivşa Nû jî bi sedî 8`ê dengan 9 kursîyan bi dest dixin.

Komela Islamî ya Kurdistanê bi sedî 7`ê dengan, 7 kursîyan û Hevalbendîya Ber bi Çaksazîyê (Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û Bizotneveya Islamî ya Kurdistanê) jî bi zêde ji sedî 5`ê dengan, 5 kursîyên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê bi dest dixin.

Yek kursî jî dibe para partî û bereyên sîyasî yên din ku ser hev da zêde ji sedî 3`yê dengan bi dest xistine û Hevalbendîya Serdemê bi zêde ji sedî 1`ê dengan, şansê yekem ê bidestxistina vê kursîya mayî ye.

Ji 111 kursîyên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, 11 kursî yên kêmîneyên nijadî û mezhebî ne û rikeberîya sereke li ser 100 kursîyên din e.