Cotmeh 04, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Barzanî piştgiriyê dide hewlên Adil Ebdulmehdî bo pêkanîna hikûmetê

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro li peywendîya bi rêya telefonê piştgirîya tam a xwe ji hewl û pêngavên serokwezîrê nû yê Iraqê, Adil Evdilmehdî ji bo pêkanîna kabîna nû ragihand.

Li gorî rapora malpera fermî ya PDK`ê, Di wê peywendiya telefonî de serokê PDK`ê, Mesûd  Barzanî, Adil Ebdulmehdî wek xebatgêrekî qedîm û dostê gelê Herêma Kurdistanê wesif kiriye.

Herwiha Barzanî gotiye, ew ji wê yekê piştrast e ku Adil Ebdulmehdî herdem berjewendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li ber çav digire û piştevaniya xwe jî bo hewldanên wî yên bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ragihand û serkevtin ji wî re xwest.

Roja Sêşembiya vê heftiyê 2`yê Cotmeha 2018 di civîna parlamentoya Iraqê, berbijarê YNK`ê Dr. Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin. Piştre Berhem Salih jibo posta serokwezîriyê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, Adil Ebdulmehdî ji fraksyona herî mezin a nav parlamentoyê erkdar kir.

Adil Ebdulmehdî weke kesayetekî serbixwe û bi rêkevtina di navbera herdu hevpeymaniyên Çaksazî û Avakirinê de, bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye diyarkirin.