Tebax 12, 2018 18:47 Asia/Tehran
  • Serkonsulê Îranê li Hewlêrê: Peywendîyên Îran û Herêma Kurdistana Iraqê tên berfirekirinê

Serkonsulê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê peywendîyên digel Herêma Kurdistana Iraqê ``dostane``wesif kirin û ragihand ku ew peywendî tên berfirekirin.

Murteza Ibadî serkunsûlê Komara Islamî ya Îranê li Hewlêrê bal kişand ser babetên hevpoar ên dîrokî, çandî û paşxana baş li peywendîyên Îranê û Kurdistana Iraqê û got ku babetên hevpoar ên dîrokî, çandî û paşxana baş li peywendîyên Îranê û Kurdistana Iraqê bûn sebeb ku peywendîyên gelanî û hikûmeta xwecî li pêş bikevin û heta dilmayînên hûr jî di dema herî zû a pêkan de ji nav çûne û peywendîya dostane ku nîşana pêbawerîyê ye li peywendîyên her du alîyan roj bi rojê ji bo wan hewil tê dayînê.

Ibadî herwiha got: Peywendîya digel Herêma Kurdistanê ku pişkeke girîng  ûbibandor a komara Iraqê ye di warên curbicur ên sîyasî, aborî, çandî û zanist û perwerdê de ber bi berfirebûnê ne û seredana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bo Têhranê û lihevkirinên girîng ên wî û rayedarên Komara Islamî ya Îranê û herwiha seredana parêzgarê Hewlêrê bo parêzgeha Azerbaycana Rojava ji bûyerên girîng di demên dawîyê de ne ku bandoreke zef li berfirekirina peywendîyên giştalî kirin û lidarxistina konfiransa ``derfetên aborîyê yên Îran û Kurdistana Iraqê`` ku di meha Nîsana îsal de bi amadebûna wezîrê pêşe, meiden û ticareta welatê me û wezîrê pêşeyê yê Iraqê bi mazûvanîya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Hewlêrê hat lidarxistinê û bû sedema geşatîya danuistandinên aborîyê, ji desthatên erênî yên wê ne.