Tebax 12, 2018 13:43 Asia/Tehran
  • Çar partiyên nerazî li Herêma Kurdistana Iraqê netîceya hejmartina bi destane dengê hilbijartina parlemana Iraqê ret kirin

Çar partiyên nerazî li Herêma Kurdistana Iraqê li civîna xwe ya Solêymaniyê ragihand ku ewna netîceya hejmartina bi destanedengê xelkê li hilbijartina parlemanî ya Iraqê qebûl nake , ji ber ku hilbijartina bi destan tenê bona veşartina sextekariyên vê hilbijartinê bûn.

Ligor rapora ajansa nûçan a Kurd Pressê, ji zarê ajansaXendan, 4 partiyên nerazî yên Herêma Kurdistana Iraqê yanî Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymanî bo Demokirasî û Dadperwerî û Komela Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, ku ewna hejmartina bi destane dengê xelkê li hilbijartina parlemanî ya Iraqê ret dikin.

Van çar partiyên Herêma Kurdistana Iraqê herwisa ragihandin ku ewna encama hilbijartina parlemanî ya Herêma Kurdistana Iraqê jî ku qirare 30 Îlonê birê keve qebûl naken û li bara rewşa navxwe ya vê herêmê jî tev Bexdayê gotûbêjê dikin.

Bi armanca gotûbêjkirina çawaniya beşdarbûna hikûmeta nû ya Iraqê îro yekşemê Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn, Serokê Hevpeymanî bo Demokirasî û Dadperweriyê Berhem Salih û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr li bajarê Silêmaniyê li bargeha sereke ya Tevgera Goran civiyan piştî civînê li daxûyaniya hevpar bal kişandineser sextekariyên ku li hilbijartinên herêma Kurdistana Iraqê çê dibin û ragihandin ku hejmartina dengan bi dest jî bona veşartina sextekariyên berê bûne û ewna van encaman qebûl naken.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev yek zelal û eşkere ye ku ev hejmartin ji bo veşartin û derbaskirina vê sextekariya mezin bû ku hatibû kirin.”

Aliyan dan zanîn ku ew encamên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê nas nakin û li ser helwesta xwe jî rijd in. Herwiha di oxira vegera baweriyê ji bo pêvajoya siyasî û parastina dengên dengderan ew dê serî li rêkarên yasayî û siyasî yên pêwîst bidin.

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya herêma Kurdistana Iraqê de ku biryare roja 30ê Îlona îsal bêne lidarxistin, her çar alî radigihînin: “Em daxwaz dikin ji bo hilbijartineke pak û bêasteng karê cidî were kirin, ku hemû hemwelatî û aliyên siyasî pê bawer bikin. Ev yek jî bi paqijkirina tomarên dengan, çaksaziyên di rêkarî û yasayên komîsyonê de dibe, ku bingeha sextekariyê nehêle û bibe sedema pêşvebirina aştiya civakî.”

Her çar aliyên nerazî derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê jî dibêjin: “Em hemnêrîn in ku li Bexdayê yekhelwest bin û ji bo parastina mafên destûrî û neteweyî yên gelê xwe pêngavên hevbeş bavêjin.”

Ev daxuyanî di demekê de ye, ku du roj beriya niha encamên hejmartina bi dest a dengên hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatin ragihandin û ti guhertin di hejmara kursiyên aliyên Kurdistanî de çê nebûye.