Tîrmeh 12, 2018 16:19 Asia/Tehran
  • Diqewime ji ber êrişên Tirkîyê gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê bên valakirin

Qaymeqamê devera Sîdekanê li Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ji ber êrişên artêşa Tirkîyê diqewime gundên ser sînorê yên Herêma Kurdistanê tam bên valakirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Îhsan Çelebî qaymeqamê devera Sîdekanê ser bi parêzgeha Hewlêrê ragihand ku gundên ser sînorê yên Herêma Kurdistanê bi hegera êrişên bejayî, hewayî û topxaneyî û opêrasyona artêşa Tirkîyê li deverên hanê, di rewşeke dijwar de ne.

Qaymeqamê Sîdekanê herwiha got: Ji ber êrişên hanê, ev gundana li ber valakirina tam de ne û niha 12 gund tên valakirinê, ji ber ku di encama êrişên hanê de ewlehîya wan têk çûye û ew tim di nava tirs û dilgiranîyê de ne û ew nikarin cotkarî û ajeldarîya xwe bikin.

Wî rayedarê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha got ku ji ber êrişên berdewam ên bejayî û hewayî yên Tirkîyê ser Herêma Kurdistanê koçerên Herêmê jî nekarîne herin zozanan.

Îhsan Çelebî bal kişand ser vîya ku heta niha gellek gund vala bûne û hişyarî da ku heke êrişên Tirkîyê bidomin, bi dehan gundên din jî wê vala bibin.

Bi giştî hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, partîyên vê herêmê û dewleta navendî ya Bexdayê li hemberî van êrişana bêdeng dimînin.