Tîrmeh 12, 2018 15:48 Asia/Tehran
  • Ibtalkirina hilbijartina serokatîyê li Herêma Kuridstana Iraqê

Parlimana Herêma Kuridstana Iraqê hilbiajrtina serokatîyê li vê deverê ibtal kir û taloqkirin an rakirina vê postê dirêj kir ku ev yeka pêrgî nerazîbûna partîyên islamî û opozosyonê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li civîna duh dengê Erê da lidarnexistina hilbijartina serokatîyê li vê navçeyê.

Li gorî qanûna sekinandina posta serokatîya Herêma Kurdistanê, hilbiajrtina serokatîyê wê li devera Kurdistanê neyê lidarxistin û kar û barên vê herêmê dê li gorî qanûna parvekirina desthilatên serokatîyê di navbera dezgehên  din de ku di sala 2017`ê de hat pejirandinê, werin birêvebirin.

Dilêr Mawtî serokê Fraksyona YNK li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di vî warî de got ku du fraksyonan li Parlimana Herêmê planek raber kiribûn ku li gorî wê taloqkirina posta serokatîya Herêma Kurdistanê heta amadekirina destûra bingehîn a nû ji bo vê herêmê berdewam be.

Bîstûn Fayîq ji Fraksyona Gorranê jî ev yeka piştrast kir û got ku hegera vê pêşnîyarê ew bû ku rê li ber valatîya destûrî li Herêma Kurdistana Iraqê bê girtinê û ev yeka dema dewra pêncan a parlimanê destpê bû yê bê şopandin.

Lê ev babeta pêrgî nerazîbûna partîyên islamî û opozosyona Herêma Kurdistana Iraqê bû û Yekgirtûya Islamî, Bizotineveya Islamî, Komela Islamî û Nivşa Nû xwestin ku hilbijartina serokatîyê jî digel hilbijartina parlimanî li vê Herêmê bê lidarxistin.

Arî Evdilletîf serokê Fraksyona Bizotineveya Islamî li Parlimaan Herêma Kurdistanê li civîneke çapemenîyê ragihand ku pêwîst bû hilbijartina serokatîya Herêmê di dema kivşkirî de û hevgavê hilbijartina parlimanî bihata lidarxistin û partîyên curbicur berbijarên xwe ji bo vê postê bidana nasandin.

Posta serokatîya Herêma Kurdistana Iraqê ji destpêkê ve destê PDK û Mesûd Baztanî de bûye.