Hezîran 14, 2018 19:23 Asia/Tehran
  •  Nêçîrvan Barzanî: Hevpeymaniya Sedr û Amirî bi tenê nikarin pirsgirêkên Iraqê çareser bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê wek berteka li hemberî hevpeymaniya navbera hevalbendiya Sairûn û Fathê ew erênî nixand û teqez kir ku ev hevalbendiya bi tenê nikare pirsgirêkên Iraq çareser bike û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê hevalbendiya bi hêz a bi beşdariya partiyên serketî li hilbiajrtinên parlemanî pêk were.

Li gorî rapora kurdpress`ê, Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma  Kurdistana Iraqê li gotûbêja bi televîzyona Rûdaw`ê, wek berteka li hemberî raghandina hevpeymaniya navbera hevalbendiya Sairûnê bi serokatiya Muqteda Sedr û hevalbendiya Fathê a bi serokatiya Hadî Amêrî, ev hevpeymaniya erênî nirxand û got ku hevpeymaniya navbera her du hevalbendiyan nikare pirsgirêkên niha yên Iraqê çareser bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û pêkanîna dewleta ku qanûna bingehîn cih bîne û hemî alî têde beşdar bin û mafên wan were parastin, pêdivî ye hevpeymaniyeke xurt û seranserî pîk were.

  Wî got ku divê hemî welatiyên iraqî xwediyê mafên siyasî, civakî yên li gor qanûna bingehîn bin û xizmetguzariya dewletê wan hemiyan bigire ber xwe.

  Nêçîrvan Barzanî wek alîkarê serokê partiya Demokrat li bara helwêsta  vê partiyê li bara hevkariya bi aliyên din ên iraqî re got: Hevhatin û  xalên hevpar ku niha  navbera partiya Demokrat û Yekitiya Niştimanî ya kurdistanê pêk hatiye, pir giring û erênî ye  û partiya Demokrat teqez dike ku divê hemî partiyên Herêma Kurdistana Iraqê ku li hilbijartinê karîn ku kursiyên  parlemanê bi dest xin, civîneke seranserî li dar bixe û helwêst û bernameyeke taybet û hevper ji bo gotûbêja tev partiyên  serketî yên iraqî, li çarçova mafên qanûnî yên Herêma Kurdistanê amade bikin.

 Wî destnîşan kir ku partiya Demokratê niha dilê beşadriya li tu yek ji hevpeymaniyên navbera partî û hevalbendiyên iraqî tine, ji ber ku beriya wê divê li bara helwêst û planên van hevpeymaniyan yên ji bo dabînkirina mafên qanûnî yên hemî aliyên iraqî û bi taybet xelkê herêmê, agehdar bibe.