Hezîran 14, 2018 12:40 Asia/Tehran
  • Damezînerekî din ê YNK jî wefat kir

Ebdulrezaq Feylî Yek ji damezirînerê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) çû ber dilovaniya xwedê teala.

Li gor rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê, şeva bihurî Yek ji damezirînerên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK) Ebdulrezaq Feylî ji ber nexweşiyê li bajarê Silêymaniyê çûye ber dilovaniya xwedêteala.

Hat ragihandin ku Feylî piştî mayîna 3 rojan li nexweşxana Farûq a  Silêmaniyê duh êvarê wefat kir.

Ebdulrezaq Feylî Endamê Desteya Damezirîner a YNKê bû û kesayeteke nêzîkî Serokê Damezirîner ê YNKê Celal Talabanî bû.

Ebdulrezaq Feylî yê ku li sala 1945an li Bexdayê ji dayîk bûye, berpirsê pêwendiyên derve yê YNKê bû.