Vebûna sînorê Şêx Sele navbera Herêma Kurdistanê û Îranê
Dewleta navendî ya Iraqê fermana vekirina sînorê ne-fermî yê Pişteyê ( Şêx Sele) navbera Helebça Herêma Kurdistanê tev Komara Îslamî ya Îranê da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Elî Osman waliyê Helebçeyê ragihand: Bexdayê fermana vekirina sînorê Pişteyê bi Komara Îslamî ya Îranê re daye.
Wî li bara amadebûna binavahiyên pêdivî li sînorê Pişteyê heya 6 mehên din agahî da ku mîna sînorên fermî yên din danûsitandinên bazirganî ji riya Pişteyê cih were.
Sînorê Pişteyê li beşa Bemoyê ser bi parêzgeha Helebçeya Herêma Kurdistana Iraqê ye û hevsînorê Komara Îslamî ya Îranê ye.
Murtiza Îbadî serkonsûlê Îranê got: Bazaroka sînorî ya Şêx Selê ji bazarên aktîv ên Îranê bi Herêma Kurdistanê bû ku kar û şûxileke zêde li her du aliyên sînor pêk anî û li deh mehan, sala 96` an zêde ji 270 milyon dolar danûstandinê sînorî li vê sînorê cih hatin.