May 17, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • Peyama eşkere ya Hêmin Howamî bo Yekitiya Niştimanî li bara  posta serokkomariya Iraqê

Şêwirmendê Mesûd Barzanî rêberê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ser bidestxistina posta serokkomariya Iraqê li 4 salên pêşber ji aliyê kurdan va teqez kir lê destnîşan kir ku biryar nîne ev posta hetmen bighêje Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Hêmin Howramî li hevpeyvîna televîzyonî got: Bê şik posta serokkomariya Iraqê cardinê di destê kurdan de bimîne lê mayîna  vê postê di destê Yekitiya Niştimanî da eseh nîne.

Li gorî hevhatina navbera partî û yekitiyê di dewreyên berê yên parlemana Iraqê û damezrandina  dewletê, posta  serokkomariya Iraqê di destê Yekitiya Niştimanî bû lê li hilbijartina çaran a parlemana Iraqê, rêberê Partiya Demokrat  ku kurdan piraniya  kursiyên  parlemanê bi dest xistine behsa hitmala  derketina posta serokkomariya Iraqê ji destê Yekitiyê kirine.

 Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê li gorî encamên   ne dawiyê yên hilbijartinên  parlemana Nûneran a Iraqê bi kêmkirina kursiyekê pêka dewra derbasbûyî, 17 kursî bi dest xistibûn û eva li halekî ye ku  partiya Demokrat 26 kursî bi dest xistine. 

 Posta serokkomariya Iraqê li 4 salên derbasbûyî di destê Fuad Mesûm ji rêberên  Yekitiya  Niştimanî bû û beriya wî jî ev posta  di destê Celal Talibanî de bû.