May 16, 2018 11:41 Asia/Tehran
  • Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê heêwêsta xwe li bara damezirandian dewleta nû ragihand

Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê daxwaza yekîtiya partiyên Herêma Kurdistanê ji bo danûstandina digel dewleta nû ya Iraqê û serekebûna hevparbûn, lihevkirin û hevsengiyê li damezirandina dewleta nû ya Iraqê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Ofîsa siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê piştî lidarxistina civînekê bi hebûna Mesûd Barzanî, rêberê vê partiyê bi weşandina daxûyaniyekê li malpera fermî ya vê partiyê, hilbijartina çaremîn dora parlimana Iraqê û pirsgirêkên lidarxistinê û encamên wê hilkolandin.

Ev daxûyanî pêgiriyê dike ku Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê li bara hitmala sextekariyê û neqanûniyên hilbijartinê li warê hejmartina dengan li aprêzgeha Silêmaniyê nerazî ye û daxwaza hejmartina ji nû ya dengan bi awayê destî li Silêmaniyê dike û ji bo hejmartina destî ya dengan li seranserî herêmê jî amade ye.

Her wiha Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê tevî pêgiriya lis er girîngî û pêwîstiya yekîtî û aştiyê navbera tevahiya partiyên herêmê wek daxwaza gelê herêmê, ji wan xwestiye ku berjewendiyên neteweyî li pêş berjewendiyên partiya xwe bizanin û bi awayekî yekgirtî û hevdeng bi dewleta nû ya Iraqê ra bikevin danûstandinê û li gotûbêjên damezirandina dewleta nû ya vî welatî jî sê xalên hevparbûn, lihevkirin û hevsengiyê bikin mijara sereke.

Ofîsa siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê ji tevahiya aliyên beşdar li hilbijartinê xwestiye ku gazinde û şikayetên xwe ji riya Komîsiyona Bilind a Hilbijartina Iraqê va bişopînin.