May 16, 2018 11:30 Asia/Tehran
  • Encamên hilbijartina parlimanî li parêzgehên Kerkûk û Dihokê

Komîsiyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên hilbijartina parlimanî ya vî welatî li du parêzgehên Kerkûk û Dihokê ragihand.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê kanala Al Somneriayê, Komîsiyona Bilind a Hilbijartina Iraqê ragihand ku yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) zêdetirîn deng li Kerkûkê bi dest xistine û piştî wê jî bi rêzê hevpeymaniya erebî û bereya tirkmenan cih girtine.

Her wiha lis er esasa ragihandina Komîsiyona Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên hilbijartina parlimanî li parêzgeha Dihokê jî li gorî rêjeya dengan, Partiya Dêmokrat, Yekîtiya îslamî (Yekgirtû) û YNK di rêza yekem heta sêyem da ne.

Li aprêzgehên Silêmanî  û Hewlêrê YNK û Partiya Dêmokrata Kurdistana Iraqê di cîgeha yekem da ne.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Komîsiyona Bilind a Hilbijartina Iraqê û bi hejmartina sedî 91ê dengan li 16 parêzgehan ji 18 parêzgehên vî welatî, hevpeymaniya Saêrûn ser bi Muqteda Sedr pirrtirîn rêjeya dengan bi dest xistiye û piştî wê hevpeymaniyên El Feth bi serokatiya Hadî Amirî û El Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî, dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî û El Vetenî bi serokatiya Eyad Elawî pirtirîn deng bi dest xistine.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê roja şemiyê, 12ê Gulana 2018an bi beşdariya derdroa 11 miliyon iraqiyan û bi asta beşdariya zêde ji sedî 44ê hat lidarxistin. Parlimana Iraqê bi 329 parlementeran dê serokwezîr û serokomarê pêşerojê yê vî welatî hilbijêre.