May 14, 2018 11:43 Asia/Tehran
  • Bingehên nefermî hejmara kursiyên partiyên kurdî li parlemana Iraqê belav kirin

Bingehên nefermî ragihandin ku li dewra 4-ane hilbijartina parlemanî ya Iraqê, partî bi 25 kursiyan para pirtire dengên Herêma Kurdistana Iraqê aniye dest.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Dewra çarane hilbijartina parlemanî ya Iraqê roja şemiyê 12 Gulanê li seranserî Iraqê birê ket.

Telivîzyona Rudawê ragihand ku hejmara nefermî ya hilbijartina Herêma Kurdistana Iraqê bi curekê ye ku Partî para pirtire dengan aniye dest.

Gor vê raporê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê 25 Kursî aniye dest.

Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê YNK 15 Kursî, Goran 6-7 kursî, Nivşa Nû 4-5 kursî, Hevpeymaniya demokrasî û îdaletê û partiyên îslamgera jî her kîjan 2 yan 3 kursî anînedest.