May 13, 2018 13:18 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî xwest ku bila pevçûn li Silêmaiyê werin rawestandin

Piştî pevçûnên bi sîlahan navbera piştgirên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran a Herêma Kurdistana Iraqê, serokwezîrê vê herêmê Nêçîrvan Barzanî xwest ku bila ev şer û pevçûnan werin rawestandin.

Piştî ku hete ragihandin ku li Silêmaniyê derheq hilbijartinên parlemana Iraqê sextekarî bûye di navbera piştgirên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran şer û pevçûnên bi sîlahan despê kir.

YNK ji aliyê partiyên kurd ên Herêma Kurdistanê tawanbar e ku li hilbijartinên Iraqê sextekarî kiriye û ji Lijneya Bilind a Hilbijartinên Iraqê xwestine ku dengên xelkê li Silêmaniyê dubare bên hejmartin. Lê belê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Iraqê sextekariya li hilbijartinan red kiriye.

Piştî van pevçûnan serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî xwest ku bila pevçûn werin rawestandin û hêzên ewlehiyê yên Iraqê bila navendên partiyan li Silêmaniyê biparêzin.

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî îro, derheq prosa hilbijartinên perlemana lraqê li Herêma Kurdistanê û nerazîbûna hin partiyên siyasî ji encamên destpêkê û çêbûna aloziyan li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Ebadî di daxuyaniya xwe de got, wî ferman daye hêzên ewlehiyê li Kerkûk û parêzgehên Herêma Kurdistanê ku rewşa ewlehiyê biparêzin û bê alîgir bimînin li hember prosa hilbijartinan.

Ebadî daxwaz ji komisyona bilind a hilbijartinan jî kiriye ku di zûtirin demê de wan sindoq û amarên gumana sextekariyê li ser heye çareser bikin û encamên hilbijartinan jî bo raya giştî ragihînin.

Li vê çarçovê de Tevgera Goran, Hevalbendiya Demokrasî û Edaletê, Komela Îslamî û Yekgirtiya Îslamî yên Herêma Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke hevpar xwestine ku bila hilbijartin li Herêma Kurdistan û Kerkûkê ji nû ve were lidarxistin.

Li gor nûçeyeke din di encama hejmartina dengan ya despêkê li Besreyê de Hevalbendiyên El-Nesir ya Heyder Ebadî, El-Feth ya Hadî Amirî, Sairun ya Muqteda Sedir  û Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî bi rêz ve dengên piranî bi dest xistine.