Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê îdiaya serketina li hilbiajrtinên Iraqê kir
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê raghand ku lîsteya raberbûyî ji aliyê vê partiyê li hilbiajrtinên parlemanî bi ser ketiye.
Li gorî rapora Mêhr newsê, û ji zarê Someriye Newsê, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanlê li bara serketina xwe li hilbiajrtinên parlemanî li Iraqê agahî da.
Li gorî vê raporê, Kosreta Resûl, alîkarê sekreterê giştî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê raghand ku lîsteya vê partiyê li Kurdistanê, li hilbijartinên parlemanî bi ser ketiye.
Wî serketina Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li welatiyên kurd ên Iraqê pîroz kiriye.
Eva li halekê ye ku piştî ragahndina serketina Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê, partiyên din ên kurd nerazîbûna xwe li bara encamên detspêkê li Herêma Kurdistanê raghandine.
Li vê barê partiya Komeleya Îslamî bal kişand ser vê yekê ku ev partiya li bara enamên destpêkê yên hilbijrtinê li Herêma Kurdistanê şikber e û teqez kir: dengên gelanî li Herêma Kurdistanê divê bi destan cardinê werin hejmartin.
Partiya Gorranê jî ragahndiye ku dengên gel li Herêma Kurdistanê hatiye destêwerdanê û divê dubare were hejmartin.