May 12, 2018 20:30 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Divê xala hevhatinê li pêkanîna dewleta Iraqê were berçavgirtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, got: Divê xala hevhatinê li pêkanîna dewleta Iraqê were berçavgirtin û bêyî çareserkirin û jinavbirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, dijwar e ku istiqrar li Iraqê serê xwe bigire.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, îro piştî ku dengê xwe li navendekî dengdanê li bajarê Hewlêrê da, pêkanîna dewleta piranî ya li Iraqê red kir û destnîşan kir ku divê xala hevhatinê, bi taybet a ligel Kurdan, li pêkanîna dewleta nû ya Iraqê were berçavgirtin.

Nêçîrvan Barzanî li civîneka çapemeniyê got:  Îro ji bo hemî iraqiyan, rojeke dîrokî û girîng e û ew bi pêvajoyeka demokratîk, nûnerên xwe ji bo Meclisa Nûneran a Iraqê hildibijêrin.

Serokê Tevger Goranê li Herêma Kurdistanê jî pêgîrî kir ku divê Kurd, hejmara herî zêde ya nûneran bişînin Meclisa Iraqê, ji ber ku tenê encamên hilbijartinê, hevsengiya siyasî kivş dikin.

Serokê Tevgera Goranê, Umer Seyd Elî, îro piştî beşdariya li dengdana di çarçova  hilbijartina dewra çaran a Meclisa Iraqê de, got ku ev Tevgera wê piştî ragihandina encamên van hilbijartinan, li ser mijarên din ên bingehîn jî biryarê bide.

Serokê Partya Komela Îslamî ya Kurdistana Iraqê jî pêgîrî kir ku îznê nadine tu yek ji partiyên Herêma Kurdistanê ku bi awayekî yekalî li bara beşdariya Kurdan li dewleta dahatî ya Iraqê biryarê bidin.

Elî Bapîr, piştî beşdariya li dengdayîna ji bo dewra çaran a hilbijartina Meclisa Iraqê, bal kişande ser alozî û nakokiyên navxweyî yên di navbera partiyên siyasî yên Kurd û ziyan û zirarên van nakokiyan ji bo Kurdan û pêgirî li ser pêwîstiya pêkanîna yekitî û hevhatina di navbera hemî partiyan de li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê.

Sekreterê giştî yê Partya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî, piştî beşdariya li dengdana ji bo hilbijartina dewra çaran a Meclisa Iraqê, pêgîrî kir ku Iraq bêyî Kurdan, welatekî federal nîne.

Selahedîn Behaedîn, piştî ku dengê xwe avête sandiqa dengdayînê, li koma nûçegîhanan got: Iraq nikare bêyî Kurdan welatekî federal bimîne.

Serokê Tevgera Siyasî ya Hevalbendîya Demokrasî û Dadperwerîyê li Kurdistana Iraqê jî dema dengdayînê, pêgîrî kir, roja dengdayînê, demek e ku divê siyasetmedar bêdeng bin û guhdariya dengê gel bikin.

Berhem Salih, bi amadebûna li navendeka dengdayînê li Silêmaniyê, dengê xwe avête sandiqê. Wî got ku siyasetmedar û partiyan, di mideha meheke bangeşeya hilbijartinê de, gotina xwe gihandine guhê xelkê û divê di roja dengdayînê de siyasetvan bêdeng bin, ji ber ku îro dema daxwaza gel û guhdayîna ser dengê gel e.

9 partiyên kurdistanî û 5 lîsteyên netewî yên iraqî, bi 498 berendaman ji bo bi destxistina 46 kursiyên Herêma Kurdistana Iraqê li Meclisa Nûneran a Iraqê, îro bi hev re ketine rikeberiyê.

166 berendam jî ji bo bi dstxistina kursiyên her yek ji parêzgehên Herêma kurdistanê bi hev re ketine rikeberiyê.