May 12, 2018 18:38 Asia/Tehran
  • Hewldana 498 berendam li Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina 46 kursiyên Meclisa Iraqê

9 partiyên kurdistanî û 5 lîsteyên netewî yên iraqî bi 498 berendaman, ji bo bi destxistina 46 kursiyên Herêma Kurdistanê li Meclisa Nûneran a Iraqê bi hev re ketin rikeberiyê.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, ji saet 7`ê sibeha îro ve ser dema herêmê, navendên wergirtina dengan li ser iraqiyan hatin vekirin ta ku ji nava bi dehan partî û hevalbendiyên hilbijartinê û bi sedan berendaman de, 329 nûnerên parlemana çaremîn hilbijêrin û li Herêma Kurdistanê jî rikeberî di navbera 9 partiyên kurdistanî û 5 lîsteyên netewî yên iraqî ji bo bi destxistina 46 kursiyan berdewam e.

Li Herêma kurdistana Iraqê ku ji Hewlêr, Silêmanî û Dihokê pêk tê, partiyên Demokrat (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtû ya Îslamî û Cimaeta Îslamî, Hevalbendiya ji bo Demokrasî û Dadê, Nivşa nû, Sosyalîst û Komonîst û herwiha Lîsteyên Netewî yên iraqî ku ji El Nesr, El Weteniye, Teyar El Hikme, Teyar El Eşayir El Iraqî û bereya Tirkmanî pêk hatiye ligel 7 lîsteyên xaçparêz li Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo bi destxistina 46 kursiyên Herêmê li Meclisa Iraqê bi hev re ketine rikeberiyê.

Tevî beşdariya 498 berendamên partiyên kurdistanî û lîsteyên netewî yên iraqî li Herêma Kurdistana Iraqê bona bi destxistina 46 kursiyan, ji bo her kursiyekê bi awayekî navgîn 10.8 kes ketine rikeberiyê.

166 berendam jî ji bo kursiyên her yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê bi hev re rikeberiyê dikin.

Anegorî dewra berê ya hilbijartina parlimanî ya Iraqê, li Herêma kurdistanê hejmara berendamên hilbijartinê sedî 22 zêde bûye.

Anegorî dewra berê ya hilbijartina parlimanî ya Iraqê, li Herêma kurdistanê hejmara  lîsteyên hilbijartinê sedî 50 zêde bûye.

Li Herêma Kurdistana Iraqê, 3 mîlyon û 144 hezar û 730 kes şertûmercên pêwîst ji bo beşdariya li hilbijartinan hene.